Lehiya li Sûdanê heta niha 114 kes mirine û 33 hezar mal rûxiyane

Wezareta Hindirîn a Sûdanê ragihand, ku ji destpêka lehiyên li welêt heta niha 114 kesan jiyana xwe ji dest daye û 54 kes birîndar bûne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, heta niha 32 hezar û 964 xanî bi temamî rûxiyane, 50 hezar û 552 xanî jî ziyan gihaştiye wan.

Her wiha di lehiyan de 5 hezar û 482 serî sewal xeniqîn û ziyan gihaşt bêhtirî 182 hezar KM çargoşe ji zeviyên çandiniyê.

Ji aliyê xwe wezareta Avdanê ya Sûdanê diyar kir ku ava çemê Nîl heta niha jî di asta xwe ya herî bilin de ye.

Ji bo alîkariya gelê Sûdanê jî 2 balafirên alîkariyê ji Kiwêt û Behreynê û wek wan ji Omanê, gihaştin balafirgeha Xurtûmê.

Hefteya borî ji ber lehiyê, Sûdanê, rewşa awarte bo 3 mehan ragihand û welat weke devereke bobelatên xwezayî destnîşan kir.

Back to top button