Dewleta Tirk hêzê ji bêdengiya hikumeta Şamê digire

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis, diyar kir ku li herêmên dagirkirî ferzkirina lîreyê Tirk li şûna yê Sûriyê perçekirina axa Sûriyê ye.
Talet Yunis bêdengiya hikumeta Şamê li hemberî kirinên Tirkiyê rexne kir û pêwîstiya berxwedan û têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk anî ziman.

Li gel guhertina demografiya herêmên dagirkirî, dewleta Tirk pereyên xwe jî li şûna lîreyê Sûrî bi kar tîne.

dewleta dagirker li Ezaz a dagirkirî jî pereyên xwe bikartîne û bi gefan biryarên xwe li ser gel ferz dike…

Bi vê yekê Tirkiye hewl dide daxwaza li ser lîreyê Tirk li herêmên dagirkirî zêde bibe.

Tevî van hemû sûc û kirinên derqanûnî yên dewleta Tirk, Hikumeta Şamê, ker, lal û kor e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis diyar kir ku dewleta Tirk li gel bêdengiya hikumeta Şamê axa Sûriyê parçe dike.

Talet Yunis destnîşan kir ku divê hikumeta Şamê li ber planên dewleta Tirk ên dagirkirinê rabe û bêdeng nemîne.

Yunis anî ziman ku, dewleta Tirk siyaseta xwe ya ku xaka Sûriyê tevlî xwe dike didomîne.

 Talet Yunis: Divê hemû hêzên Sûriyê li ber planên Tirkiyê rabin

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis, li hember planên dagirkeriya dewleta Tirk pêwîstiya berxwedan û têkoşînê anî ziman.

Back to top button