Ji ber serkeftina wan a li hemberî êrişên dewleta Tirk, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, gerîllayên li Zap, Avaşîn û Metînayê pîroz kir.
Hevserokatiyê diyar kir ku encama berxwedana li van herêman eşkere nîşan daye, Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî wê bibe misogeriya azadiyê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo fermandar û gerîllayên li Zap, Metîna û Avaşînê, peyameke pîrozbahiyê şand.
Hevserokatiyê bi bîr xist ku gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê di pêvajoyeke girîng de ne û ev nirxandin kir:
Rejîma faşîst ji 14’ê Nîsanê ve bi piştgiriya ji hêzên serdest û hevkarên xwe dest bi pêleke nû ya êrîşê kiriye.
Li gorî wan ev pêl, weke hewldana dawî tê pênasekirin û ji ber vê çendê hemû derfet têne bikaranîn.
Lê tevî vê yekê jî dijmin bi ti awayî negihîştiye armanca xwe.
Di serî de Zap, Avaşîn û Metînayê, hêzên dagirker bi berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê re rû bi rû man.
Bi gotineke din, serketina ku gerîllayan bidest xistî, hesabên dijmin hemû têk birin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê gerîlla weke nûnerên nifşê fedaî binav kir û got;
Îro li Zap, Metîna û Avaşînê, ala Pêngava 15’ê Tebaxê ya fermandar Egîd li ba ye.
Gerîllayên li van herêman weke şopdarên fermandarên me yên fedaî bersivê didin êrişên dagirkeran.
Îro tişta l,i Zap, Metîna û Avaşînê tê parastin tevahiya xaka Kurdistanê ye.
Berxwedana ku par li Garê dijmin hejand, îsal jî li Werxelê, Kurojaro, Şikefta Birîndara û hemû qadên din rê nade dijminan.
Pêvajoya şerê derbasbûyî, bi rengekî eşkere nîşan daye ku Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bûye misogeriya serkeftinê.
Gerîlayên Azadiyê ku xwe bi rihê fedaî û baweriya bi serketinê xurt kirine, eger ji kêmasiyên şer ên dema derbasbûyî encamê bidest bixin, wê teqez dagirkeriyê têk bibin.