Du mûşekên Katyûşa berya bigihêjin herêmê hatin teqandin

Çavkaniyeke ewlekarî ya Iraqî ragihand, ku îro 2 mûşekên Katyûşa li herêma kesk a Bexdayê ketin û destnîşan kir ku her du mûşek li asman hatin teqandin û ti ziyan ji ber wan çênebû.

Şaneya ragihandina ewlekarî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ev her du mûşek ji aliyê pergala parastina asmanî Sîram a balyozxaneya Amerîkî ve hatin xwar.

Daxuyaniyê teqez jî kir ku ev mûşek ji devera Elî El-Salih a li Bexdayê hatin avêtin.

Îna borî jî mûşekeke Katyûşa li nêzî balafirgeha Bexdayê ketibû, lê ti ziyan çênebûbûn.

Back to top button