Bûyera Xelîfanê..PDK’ê heta niha jî aqûbeta gerîlayan eşkere nekiriye

Beriya salekê li navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, têkiliya bi 3 gerîlayên HPG’ê re, qut bûbû. Tevî bangên HPG’ê û KCK’ê, ku ji PDK’ê xwestin derbarê bûyerê de daxuyanî bide û aqûbeta wan eşkere bike, lê PDK’ê heta niha bersiv nedaye.

Di 26’ê Tîrmeha 2021’an de yekîneyek gerîlayên HPG’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, li derdora gundê Bêxme YA Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, bi êrişa hêzên PDK’ê re rû bi rû man. Piştî vê êrîşê têkiliya bi hersê gerîlayan re qut bû.

Navenda Çapemeniya HPG’ê 29’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 hevalên wan Erdal Aslan (Serwer Serhat), Mehmûd Xelef (Dijwar Berxwedan) û Ayhan Tatlı (Wargeş Çavreş), dema ji bo erka xwe diçûn herêmek din, li Xelîfan rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine û agahî ji wan qut bûye.

HPG’ê nasnameyên hersê gerîlayan eşkere kir û ji PDK’ê xwest ku têkildarî bûyerê agahî bide.

Piştî daxuyaniyê rêveberên PKK’ê, KCK’ê û gelek partî û rêxistinan jî bang li PDK’ê kirîbûn ku li ser mijarê agahî bide, lê heta niha jî PDK’ê bersiv nedaye.

Piştî diyarkirina nasnameyên hersê gerîlayan malbatên wan daxwaza cenazeyên wan kir..

Di 9’ê Tebaxa 2021’an de malbata yek ji gerîlayên bi navê Dijwar Berxwedan ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê kete rê.

Lê ew malbat li Deriyê Sînor ê Fîşxabûr ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hat astengkirin.

Malbata ku ji Bakûrê Kurdistanê hat Hewlêrê jî, ji aliyê rayedarên dezgeha Parastin (îstîxbarata PDK) ve hat tehdîtkirin.

Heta niha PDK’ê aqubeta her sê gerîlayan eşkere nekiriye û bersiva malbatan nedaye.

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di 3’yê Cotmeha 2021’an de ragihandibû ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê Tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne.

Tevî nasnameya gerîlayên şehîd hatiye eşkerekirin, PDK cenazeyê wan her 5 gerîlayan jî nade malbatan û heta niha negotiye ka li ku derê digire.

Back to top button