Ji destpêka Cotmehê ve PDK’ê hewil dide di bin navê peropagandayên hilbijartinan de, bi hêzeke leşkerî derbasî Şengalê bibe û bargehên xwe lê ava bike. Rêveberê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya Hesekê Ezher Ehmed bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyanetê berde.
Ezher Ehmed bi bîr xist ku xelkê Şengalê bi destekda HPG`ê û YPJ, YPG`ê, Şengal ji terora çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir:
Ezher diyar kir “Li şûna ku hikumeta Iraq û PDK`ê spasiya YBŞ`ê bikin û itîrafê bi berdêlên ku gelê Şengalê û HPG`ê dane bikin, hewil didin bi darê zorê derbasî Şengalê bibin.”
Rêveberê Rêxistina Partiya Çep a Kurd da xuyakirin ku ev komployeke di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de ye.
Dawiyê Ezher Ehmed bang li PDK`ê kir ku destekê bide gelê Şengalê û tevahî gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û dev ji xiyanetê berde.”