Îro şandeyek Sûdanî serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir û bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya. Daîreyê 3 zarok û 2 jinên Sûdanî yên ji malbatên DAIŞ’ê, radestî hikumeta Sûdanê kirin.
Şande ji serokatiya berpirsê balyozxaneya Sûdanê ya li Şamê Tariq Elî Mihemed û şêwirmendê dîplomasiyê û endamê balyozxaneyê pêk hat.
Şande ji aliyê endam û hevserokatiya daîreyê ve hatin pêşwazîkirin û dinavbera her du aliyan civînek hate lidarxistin.
Di civînê de, cîgirê hevserokatiya daîreyê, Robêl Beho Sûdan ji dewletên Ereban e ku welatiyên xwe yên li herêmên Rêveberiya Xweser wergirtine.
Beho diyar kir ku dê Rêveberiya Xweser li gel Komara Sûdanê û hemû dewletên ku welatî û zarokên wan li herêmên Rêveberiya Xweser hebin, hevkariya xwe didomîne.
Tariq Mihemed jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku ji bo vegerandina welatiyên Sûdanî dê hevkariya wan bi Rêveberiya Xweser re dewam bike.
Dawiyê 2 jin û 3 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê hatin radestkirin.