Dewletên Astanayê aloziya Sûriyê kûrtir dikin

Wezîrê karê derve yê Îranê Husên Ebdullihyan serdana Sûriyê kir û ji bo nêzîkbûna di navbera Enqera û Hikumeta Şamê bi rayedarên Şamê re niqaş bike.

Wezîrê karê derve yê Îranê Husên Ebdullihyan îro gihaşt Sûriyê.

Serdana Husên bo Sûriyê 2 rojan wê dewam bike.

Ebdullihyan serdana herêmên ku ji ber erdhejê bandor bûne kir.

Di serdana xwe de, wezîrê karê derve yê Îranê Husên Ebdullihyan wê bi wezîrê karê derve yê Şamê Fêsel El-Miqdad û Serokê hikumeta Şamê Beşar El Eesd re hevdîtinê bike.

Husên Ebdullihyan ji bo nêzîkbûna Enqera û Şamê dan û stendinê bike.

Hêjayî gotiyê ku hevftiya bê, li Moskovê di navbera wezîrên karên derve yên Tirk, Sûrî, Îran û Rusyayê civînek çaralî were li darxistin.

Back to top button