Duh li nêzikî gundê Malikiye yê navçeya Şera mayinek teqiya.
Di encam de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku duh mayinek bi erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Malikiye yê navçeya Şera ya Efrînê ve teqiya.
Li gorî çavkaniyan, di encama wê de 3 çete hatin kuştin û çend çete jî birîndar bûn.
Heta niha ti aliyan teqîn negirtiye ser xwe.