Merasîmên bîranînan vediguherin xwepêşandanê

Di demekî ku Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha 478 xwepêşandêr hatine kuştin de, ji Îtalya bû Îranê hişyarî hat.

Tevî kuştin, darvekirin, girtin û binçavkirinan jî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê bê navber dewam dike.

Duh li bajarên Mihabad, Bokan û Baneyê merasîmên çilrojiya gelek xwepêşanderên ji aliyê dewleta Îranê ve hatine kuştin, pêk hatin.

Li bajarê Mihabad sedan kes di çilrojiya Azad Hisên Pur, Mihemed, Ehmed, Galgeş, Kemal Ehmedpur de kombûn.

Kesên tevlî merasîma bîranînê bûyîn bê navber dirûşme gotin.

Li bajarê Bokanê merasîma çilrojiya Hîwa Cancan yê li heman bajarî di xwepêşandanan de hatibû kuştin, pêk hat.

Di merasîmê de bê navber dirûşme hatin gotin.

Li bajarê Bane xizmên Aso Qadirê ê di li heman bajarî di xwepêşandan de hatibû kuştin, serdana gora wî kirin û ew bibîr anîn.

Duh li bajarê Terwêzê jî merasîma çilrojiya Ayal Heqî û Elî Êraq hebû.

Merasîm vegeriya xwepêşandanê.

Di heman demê de li Tahranê jî merasîma çilrojiya Hemîd Reza Ruh hate lidarxistin.

Li welatên Ewrûpayê jî piştgiriya ji bo serhildanan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Ji Îtalya berteka li dijî Îranê

Zexta hêzên Îranê li nava welatên Ewropa rastî bertekê tên.

Herî dawî Wezareta Karê Derve ya Îtalya doh ragihand ku Wezîrê Derve yê welat Antonio Tajani gazî balyozê Îranê li wezaretê kir.

Armanca sereke zexta li ser xwepêşandêran bû.

Wezaretê diyar kir zexta li ser xwepêşandanên ku jin pêşengiyê jêre dikin nayê pejirandin.

Ji ber vê yekê îro balyoz Mihemed Riza Sabûrî ji bo civînê hatiye vexwendin.

Tajanî beriya niha rewşa li Îranê weke “şermezariyeke ku nayê qebûlkirin” bi nav kir û diyar kir ku Romayê ji bo parastina jinan helwesteke tund nîşan daye.

Ji despêka xwepêşandanan ve 476 kesan jiyana xwe ji dest dane

Xwepêşandan û serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku di 16’ê Îlona 2022’yan de destpêkirî, hîn jî bê navber dewam dike.

Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heta niha 476 kes di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Back to top button