Konseya Ewlekariyê ya NY Talîban şermezar kir

Rêveberiya Talîbanê bi biryarên xwe yên derbarê jinan de, dibin cihê bertekan.
Konseya Ewlekariyê ya NY jî biryarên li ser jinan hatine dayîn şermezar kir.
Konseyê ji Talîbanê xwest biryarên xwe paşde bikişîne.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) rejîma Talîbanê ya li Efxanistanê şermezar kir.

Ev yek piştî zexta Talîbanê ya li ser jinan û xwendinê hat.

Rêveberiya Talîbanê xwendina, xwendekarên keç ya piştî sala 6 û jor qedexe kiribû.

Di daxuyaniya hevbeş a Konseya Ewlekariyê ya NY de, bang li rêjîma Talîbanê hate kirin ku beşdariya tam û wekhev a keç û jinan di xwendinê de misoger bike û sînordariyên hatine danîn paşde vekişîne.

Di daxuyaniyê de xemgîniya li ser binpêkirina mafên mirovan a li welat hat nîşandan.

NY bal kişand ser qedexeya Talîban ji bo jinên di saziyên sivîl de kar dikin û hişyarî hat dayîn ku ev rewş wê ji bo projeyên alîkariyên mirovî yên bi lezgînî li welêt hewce ne, encamên girîng derxe holê.

Wezareta Aborî ya Efxanistanê ya di bin kontrola Talîbanê de, 24’ê Kanûnê ferman dabû hemû rêxistinên sivîl ên herêmî û biyanî yên li wî welatî ku heta daxuyaniyeke din neçin ser kar.

Talîbanê ev ferman wekî “nepêkanîna hin jinan li gorî qanûna cil û bergên Îslamî” bi nav kiribû.

Li Efxanistanê keç herî zêde heta sala 6. dikarin bixwînin

Hefteya borî, Talîbanê çûna jinan li zanîngehê qedexe kiribû.

Astengiya yekem li pêşiya xwendina xwendekarên keç bi qedexekirina çûna dibistanê ya keçan ji pola 6an dest pê kir.

Bi qedexekirina çûna jinan a zanîngehê re, perwerdeya keçan daxist pola 6’an.

Ligel ku li ser cil û bergên jinan qedexeyên tund hatin danîn, çûna park û salona werzişê jî hat qedexekirin.

Pêwistiya 38 mîlyon Efxanan bi alîkariya mirovî heye

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, qedexeyên ku li ser jin û keçan têne ferzkirin wek “binpêkirina mafên mirovan” bi nav kir û xwest ku ew ji holê bên rakirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li Efxanistanê 38 mîlyon mirov pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Piştî Tebaxa 2021’an Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, krîza aborî ya li welêt kûrtir bû.

Back to top button