Li Efrînê, çeteyan êrîşî astengdarekî mêjî kirin

Li Efrîna dagirkirî, revandin, kuştin û talan, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve didome. çete bi bihaneya rojî negirtiye, li Cindirêsê êrîşî astengdarekî mêjî kirin.

Malpera Afrîn Post, diyar kir ku çeteyên ‘Ehrar Şerqiyê’ êrîşî astengdarê mêjî, Mihedîn Şêx Nehsen yê ji navçeya Cindirêsê kirin.

Çete bi bihaneya ku Mihedîn, çixarê dikişîne û nerojî ye, bi giranî êşkence kirin.

Çete heman hovîtiyê li Girê Spî û Serêkaniyê jî pêk tînin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku heman çeteyan li gundê ‘Terbîx’ yê Girê Spî ji ber rojiyê, êrîşî sivîlekî kirin.

Back to top button