Çeteyan li Efrînê sivîlek bi êşkenceyê kuştin

Li Efrîna dagirkirî, revandin, kuştin û talan, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve didome. Çeteyan piştî revandina ciwanekî kurd, bi êşkenceyê kuştin. 

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyan Rifet Mûrad ê ji gundê Korkana foqanî yê Mabatayê beriya 2 salan ji Sûka Gerîlî ya navenda bajêr revandibûn û çarenûsa wî nediyar bû.

Malperê da zanîn ku herî dawî derket ku Rifet bi êşkenceya di girtîgehên dewleta Tirk de hatiye kuştin.

Back to top button