Li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî

Jinên Îzmîrê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyawî dan û gotin:”Bikaranîna çekên kîmyewî zirarê dide her cureyê zindiyan axê û xwezayê, her kesê ku rastiyê dibêje tê girtin, Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolî kirin.”

Ji 17’ê Nîsanê ve Dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê êrişeke berfireh daye destpêkirin.

Tê de çekên kîmyewî û gazên jehrî li gel bêdengiya navneteweyî bi kar tîne.

Bertekên gel li hember bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîlayan zêde dibin.

Jinên Îzmîrê: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin

Jina bi navê Ferîde Akçay diyar kir ku li her derê zext û şer heye û got:

Em li welatê xwe jî gelan ji hev cuda dikin.

Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk her dem hedef tê girtin.

Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolî kirin.

Karmen Teqawît Belgîn Arsu jî anî ziman ku Polîtîkaya ku tê meşandin me zêdetir ber bi xerabiyê ve dibe û got:

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê em cih bidin ciwanên xwe.

Bikaranîna çekên kîmyewî zirarê dide her cureyê zindiyan axê û xwezayê.

Sevda Canoz da zanîn ku şer zirarê dide zarokan û hemû mirovahiyê û wiha anî ziman:

Şerê li dijî gerîla tê meşandin dervey axlaqê şer e.

Karkera teqawît Hatîce Taç jî wiha bi lêv kir:

Her kes li dijî krîza aborî têdikoşe.

Tirkiye ji xwe di şerê krîza aborî de ye.

Hewce bi şerekî din tune.

Bikaranîna çekên kîmyewî şerma mirovahiyê ye.

Berrîn Ural jî dibêje:

Rê û rêbazên şer hene. Axlaqê şer heye. Lê di vir de dijaxlaqî heye.

Şebnem Korur Fîncanci ji ber ku rastî got hat girtin.

Back to top button