Li Şedadê şehîdê Erka Xweparastinê Kemal El Hemed hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Kemal Subhî El Hemed li goristana şehîdan a li navçeyê oxir kir.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Kemal El Hemed di 13’ê Mijdarê di êrişa balafira bêmirov û biçek a dagikeriya Tirk de şehîd bû.

Bi dehan ji şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Kemal bi mersasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Di merasîmê de, endamê Melcisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Şêniyên herêmê wê têkoşînê bidomînin, dagirkeran biqewitînin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulsetar Hesekê jî axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.

Back to top button