Îstîxbarata dewleta Tirk li Efrînê ciwanek revand

Sûc û kiryarên hovane yên li herêmên dagirkirî dewam dike.
Çeteyan li Efrîn ciwanek revandin û li ser sînor 160 kes hatin girtin.

Li gorî malpera Efrîn NEWS 24 çeteyên dewleta Tirk li Efrînê ciwanê bi navê Sîwar Hemadî revandin.

Hat diyar kirin Sîwar Hemadî ji gundê Mîrkan ê Mebatayê ye û bi hiceta ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hatiye revandin.

Li ser sînorê Efrînê 160 kes ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin

Li aliyekî din jî li ser sînorê Cindirêsê a Efrînê leşkerên Tirk 160 kesên ku dixwestin sînor derbas bikin girtin.

Hate ragihandin ku leşkerên Tirk ev kes radestî çeteyên li Cindirêsê kirine.

Her wiha hat diyar kirin çeteyan li her yekî 250 lîreyê Tirk bac ferz kir.

Back to top button