Dewleta Tirk a dagirker li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koyê bi balafireke bêmirov malbatek a Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir.
Di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn.
Derbarê êrişê de cîgirê Rêveberiya Tenduristiyê a Koyê Şêrwan Celal ji ajansa Rojnewsê re axivî û got:
“Bûyer li nêzî Koyê pêkhat, di encamê de şofêr jiyana xwe ji dest da û 3 kesê din ên di nava wesayîtê de jî birîndar bûne.”
Li gorî agahiyên rêveberiya Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê di encama êrişê de ji heman malbatê welatiyê bi navê Dilovan Îşlek ku şofêrê wesayîtê bû şehîd ketiye û 3 jinên din jî birîndar bûne.
Hate ragihanin ku ew malbat ji bo serdana xizmên xwe bikin çibûn Ranyayê.
Di dema vegerê de jî dibin hedefa êrişa dewleta Tirk adagirker.
Malbat û xelkê Mexmûrê ji bo cenaze werbigrin, berê xwe dane Koyê.



