Şêniyên Til Hemîsê sersaxî dan malbata şervanê QSD’ê şehîd Zîb El Terêxim

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê sersaxî da malbata şervanê QSD′ê Zîb El Terêxim û diyar kirin ew ê destketiyên şehîdan biparêzin.”

Şervanê QSD′ê Zîb Hemod El Tirêxim (Serkeft Til Hemîs) dema li ser erka xwe ya li Dêrazorê bû, di 12′ê Cotmehê de şehîd bû.

Bi dehan şeniyên bajêr, endamê saziyên sivîl û leşkerî beşdarî konê sersaxiyê li Qada Kerac a Til Hemîsê bûn

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Xelef axivî û diyar kir bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê pilan û êriş têk biçin.”

Şervanê QSD′ê Rênas Mihemed jî diyar kir ew ê li ser şopa şehîdan bimeşin û destkeftiyên wan biparêzin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button