HRE bîlançoya çalakiyên 2023’an pêk aniyî eşkere kir

Li herêmên rojavayê Firatê, 2023’an jî di nava têkoşînê de derbas bû.
Hêzên Rizgariya Efrînê di 2023’yan de 34 çalakî li dar xistin.
Di encamê de 92 keşker û çeteyên dewleta Tirk a qirker hatine kuştin.

Li dijî êrişên qirker û guhertina demografîk, Hêzên Rizgariya Efrînê HRE di dirêjahiya salê de çalakiyên bibandor pêk anîn.

Di van çalakiyan de, 92 leşker û çeteyên dewleta Tirk a qirker hatin kuştin.

HRE li ser çalakiyên di nava 2023’an de pêk aniye daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2023’yan de bi armanca qirkirinê bi teknîka pêşketî êrişî gelê me kir.”

HRE diyar kir ku hêzên wan jî li ser bingeha parastina şêniyên herêmê bi rêxistin kiriye, li herêmên Efrîn, Ezaz, Marî, Bab û deverên din ên dagirkirî çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.

Her wiha daxuyakirin ku ew ê çalakiyên wan ta rizgakirina herêmên dagirkirî bên rizgarkirin dewam bikin.

HRE: 2023’an 92 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

2023’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek, çeteyên girêdayî wê jî bi çekên giran, çekên ferdî û dronên xwekuj êrişî gelê me kir.

Di encama êrişan de sivîlek şehîd bû û 13 jî birîndar bûn.

Li ser rêzeçalakiyên di nava 2023’an de li dijî dagirkeriyê pêk hatî ev agahî dan:

Hêzên me di sala 2023’yan de 34 çalakiyên bibandor pêk anîn.

Di encama van çalakiyan de:

  • 3 polîs û 19 leşkerên dagirker hatin kuştin, 32 leşker û 6 polîs birîndar bûn.
  • 70 çete hatin kuştin û 58 çete birîndar bûn.
  • Li ser va dagirker û çeteyan jî gelek çek û cebilxane hatin rakirin.
  • 5 baregehên dijmin, depoyeke cebilxaneyê, kamereyeke mobese ya germahî û şevê, 6 motorsîklet, 9 maşîne, panzêrek û kamyonek hatin rûxandin û bêkêrkirin.
  • Dronek hat xistin.
  • Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku di çalakiyên li dijî dagirkeran de 12 hevrêyên wan şehîd bûne.

HRE: Dagirkeran nêzê 9 hezar carî êrişî Efrin-Şehbayê kirin

Back to top button