Tayland..Bi hezaran kes li paytext Bangkokê xwepêşandanek li dar xistin

Bi hezaran xwepêşandêr, li paytexta Tayland Bangkokê li dijî hikumetê xwepêşandanek girseyî lidarxistin.

Xwepêşandêr daxwaza bidawî-anîna sîstema Qiraltî dikin û dixwazin di rêveberiya welat de reform çêbibin.

Li ser parçeyên paçên mezin, xwepêşandêr peyamên xwe dinivîsînin.

Xwepêşandêr ji meha Tirmehê ve li paytextê xwepêşandanên girseyî lidar dixtin.

Ev zêdeyî 4 mehane li paytextê çalakî tên lidarxistin.

Li gorî biryarên rêveberiya welat daxwaza rakirina sîstema rêveberiya welat ya bi şêwazê Qiraltî dibe ku bibe sedema cezayê zindanê.

Di çalakiyên hefteya derbasbûyî ya li paytextê de ji bo serokwezîr îstifa bike bi hezaran kes careke din kom bûbûn.

Back to top button