Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrê: Divê Barzanî hevkariya bi dijmin re berde

Dayîkên aştiyê yên Mexmûrê bi daxuyaniyekê bang li serokê PDK’ê Mesud Barzani kirin ku dest ji hevkariya bi dijmin re berde.
Her wiha welatiyên Hewlêr û herêma Germiyanê jî diyar kir ku şerê birakujiyê, wê ziyanê bigihîne Kurdan.

Nerazîbûnên li dijî siyaseta şerxwaz ya PDK’ê roj bi roj zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de dayîkên aştiyê yên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) li saziya malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, divê PDK’ê dev ji hevkarî û leyîstokên qirêj berde.

Dayikan diyar kirin ku tevî ku her kes gotin rêya ku PDK’ê tê de dimeşe xizmeta dagirkeriyê dike, lê dîsa jî Mesud Barzanî hevkariya dewleta Tirk qebul kir.

Em wek dayîkên aşîtiyê şer naxwazin, bila hemû gelê Başûrê Kurdistanê li hember wan leyîstokan bi helwest û bi biryar bin.

Welatiyên hewlêr û germiyanê banga diyalogê kirin

Welatiyên Hewlêrê jî têkildarî heman mijarê axivîn û diyar kir ku şerê birakujiyê, wê ziyanê bigihîne gelê Kurd.

Her wiha ji bilî malwêraniyê, ti tiştî bi xwe re nayîne û dan zanîn ku tenê dijmin wê sûdê ji vî şerî bike.

Welatiyên herêma Germiyanê jî sedema dagirkeriya Tirkiyê bi bêdengî û bêhelwestiya aliyên siaysî ve girê da û got:

“Ji ber ku Kurd ne xwediyên hêzeke nîştimanî ne, PDK, hewl dide ku agirê Kurdî-Kurdî vêxe.”

Back to top button