KCK: Em li ber êrîşên qirker û mêtinger rabin ser piyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev êriş, polîtîkaya qirkirina Kurdan e.

KCK’ê li dijî êrîşan banga rabûna ser piyan û mezinkirina têkoşînê, li Kurdan û hêzên demokrasiyê, kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan re, careke din nîşan daye ku dijminê Kurdên azad û xwedî îrade ye û wiha hat domand:

“Ji xwe her roj nîşan dide ku bi çi rengî dijminê Kurdan e.

Ji bo dewleta Tirk ti ferq û cudahî di navbera gelê Şengalê yê bûye hedefa êrişên qirker ên DAIŞ’ê, gelê Mexmûrê yê ku kampa wan a penaberan ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, HDP û gerîla nîne.

Her Kurdên ku dixwazin bi çand, ziman û nasnameya xwe bi rengekî azad û demokratîk bijîn ji bo wan dijmin e.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hevkariya Koalisyon û Iraqê ya di van êrîşan de û ev tişt hatin gotin:

“Ev êrişên dewleta Tirk êrişên ji polîtîkaya qirkirina Kurdan e.

Ji ber vê yekê her hêza siyasî, derdor û kesên ku ev êriş pejirandine, destek dane û hevkarê vê qirkirinê ne.

Dewleta Iraqê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve di fermiyetê de yekser berpirsyar e, lewma bêhelwestiya li hemberî êrişê nîşan dide ku Iraqê êriş pejirandiye.

Hêzên koalîsyonê yên bi serkêşiya DYE’yê jî bi pejirandina van êrişan re bûne hevkarê qirkirina Kurdan.

Tirkiye endametiya xwe ya NATO’yê û têkiliyên xwe yên bi van welatan re ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne.

Ev dewletên bûne hevkarê qirkirina Kurdan di wijdanê gelan û li pêşberî dîrokê, wê bên darizandin.”

KCK’ê da xuyakirin ku ji aliyê siyasî û exlaqî ve berpirsyariya PDK’ê û YNK’ê heye ku li ber êrîşan rabin û got:

“Bêdengiya wan a li pêşberî van êrişan wan dike hevkarê van êrişên qirkirinê. Destê wan jî tevlî xwîna Kurdan bûye. ”

KCK’ê bang li Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê kir ku li ber êrişên qirker û mêtinger rabin û ji bo hilweşandina sîstemên qirker û paşverû yên li Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin.

Back to top button