Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya Efrînê û Şehbayê ji ber dorpêça hikûmeta Şamê, neçar ma ku jeneratorên ceyranê û bîrên avê kêm bike. Derbarê rewşa xizmetguzariyê de, Desteyê li gundê Til Sosîn daxuyaniyek da û banga lezgîn li rêxistinên navnetewî kir.
Desteya Rêveber di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Gelê Efrînê di encama hesabên siyasî, aborî û leşkerî yên hêzên navnetewî, her wiha êrişên dagirkeriya Tirk de koçî Şehbayê bûye.
Lê li vir jî êriş û dorpêçan dom kiriye, ev jî bûye sedema nebûna debara jiyanê.
Desteyê destnîşan kir ku ji ber bombebaranên dewleta Tirk û dorpêçê, li herêmê jiyan gihîştiye asta felaketekê, lewma Desteya Rêveber neçar maye mekanîzmayên xizmetguzariyê rawestîne.
Desteyê ev yek got: “Eger dorpêça li ser Şehbayê dom bike, wê hemû xizmetên ceyran, av, firin, nexweşxane û dibistanan werin rawestandin..
Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku bi lezgînî destewerdana mirovî bike.
Desteya Aborî: Ji ber dorpêçê herêm bi karaseteke mirovî re rû bi rû maye
Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê jî daxuyanî li navçeya Fafînê ya Şehbayê, da.
Di daxuyaniyê de, desteyê bang li aliyên hiqûqî kir ku dorpêçê bi dawî bikin, madeyên bingehîn bi taybet sotemenî û ard derbasî herêmê bikin.
Her wiha diyar kir ku rojane pêwîstî bi ard heye û ger derbasî herêmê nebe wê herêm bi karesateke mirovî re rû bi rû bimîne.
Desteyê destnîşan kir ku sotemenî bû sedem ku tevahî amûr û wesayît rawestin nemaze mewsima çinînê nêzîk bûye.