HPG: 11 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Pêngava ” Dema Azadiyê ye” li çiyayên kurdistanê jî deng vedide. Gerîlayên HPG û YJA Starê di vê çarçoveyê de çalakiyên berfireh pêk anîn.

Di encamê de, 11 dagirker li herêmên Xakurkê û Heftenînê hatin kuştin. HPG’ê li ser êrîşên hewayî jî agahî bi raya giştî re parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîla yên di navbera 24 Îlon û 1’ê Cotmehê de li Xakurkê û Heftanînê pêk anî daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ de 1’ê Cotmehê gerîlayan li dijî artêşa Tirk ya li Girê Koordîne ya li herêma Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bicih bûne, çalakiyek berfireh pêk anîn.

Di encamê de, 8 dagirkerek hate kuştin û çek û alavên leşkerî yên dagirkeran jî hatin bêkêrkirin.

Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi rêya helîkoptera cenazeyê leşkerên xwe ji herêmê birin.

HPG’ê dazanîn ku ev çalakî ji bo Fermandar Egîd Garzan ku yek ji Fermandarê Eyaleta Xakurkê bû pêk hatiye.

24’ê Îlonê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî dagirkerên Tirk ya li Girê Dûpişka bicih bûne, çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk 27’ê Îlonê li Girê Koordîne yê Herêma Heftanînê leşker danî.

28’ê Îlonê leşkeran li devera Keşanê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kirin.

Agahiyên têkildarî operasyonê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

HPG’ê derbarê êrîşên hewayî de jî diyar kir ku balefirên şer yên dewleta tirk a dagirker herêmên Zap, Avaşîn û Çemankê ya Dihok a Başûrê Kurdistanê bombe kirin.

Back to top button