Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku siyasetmedarên Kurd ên hatin girtin, bêyî delîl û li dijî hiqûqê hatin girtin. Gunay got, “bi girtina siyasetmedarên Kurd Edliyeya Enqereyê sûc kiriye.”
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî têkildarî civîna Rêveberiya Navendî û geşedanên dawî, li Navenda Giştî ya HDP’ê ya Enqerê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ebru Gunay li ser girtin û binçavkirina siyasetmedarên kurd wiha got:
Edliyeya Enqereyê bi girtina siyasetmedarên Kurd sûc kiriye.
Bêyî delîl û li dijî hiqûqê biryar daye.
Biryara girtinê em matmayî nehiştin.
Biryarên têkildarî dema nû em ê piştre aşkere bikin.”
Gunay: Polîsan bi ser şînê de girt
Gunay, anî ziman ku dema ji bo Servet Turgut sersaxî danîn, polîsan bi ser mala sersaxiyê degirt û dîroka dîktatoran bibîr xist.
Di nava rojê de mirovan ji helîkopterê davêjin.
Bi keyfî mirovan binçav dikin û digirin.
Rêveberiya Almanyaya Hitler, Îtalyaya Mussolinî, Îspanyaya Franko îro li Tirkiyê tê meşandin.”
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay herî dawî bang li hemû hêz û eniyên demokrasiyê dixwazin kir û xwest li dijî eniya faşizmê têkoşîna demokratîk xurt bikin.