Efxanistan..Hêzên Efxanî 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Hikûmeta Efxanistanê ragihand ku hêzên Efxanî 3 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Hêzên ewlekariya Efganî ragihand ku ji rayedarên herêma Başûrê Asya yên DAIŞ’ê Ebû Omer Xurasanî li gel du kesên pê re hatin girtin.

Rayedarên Efxangî teqez dikin ku ji bo berpirsên bilind ên çeteyan bigirin wê xebatên xwe dewam bikin.

Tê zanîn jî ku baskê Başûrê Asya yê DAIŞ’ê bi giranî li bakurê Efxanistanê xwe birêxistin dike.

Back to top button