”Divê dagirker girtiyan serbest berdin”

Kirinên çeteyên dewleta Tirk ji kuştin, revandin û talankirin li herêmên dagirkerî zêde dibin. Meclisa Kantona Girê Spî û Rêveberiya Giştî ya dibistanên kantona Hesekê bi daxuyaniyên cuda ev kiryar şermezar kirin.

Aliyan bang li civaka navnetewî kir ku zextê li dewleta Tirkiyê bike da ku kesên hatine revandin serbest berde.

Her roj kirinên çeteyên dewleta Tirk ji kuştin, revandin, talankirin û wêrankirin li herêmên dagirkerî zêde dibin.

Ev yek jî bi xwere bertekên zêde tîne.

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dermirovî li dijî şêniyên herêmên dagirkî, şermezar kir.

Meclisê anî ziman ku ew ji ber bêdengiya navnetewî der barê kiriyarên dewleta Tirk û pêkanîna sûcên herî qirêj li dijî gelê herêmê matmayî ne.

Her wiha tekez kir ku ew desekê didin çalakiyên şêniyên Girê Spî ku duh hat lidarxitin.

Meclisa Kantona Girê Spî bang li civaka navnetewî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku kesên hatine revandin serbest berde.

Mamosteyên Hesekê bi daxuyaniyekê ev binpêkirin şermezar kirin

Rêveberiya Giştî ya dibistanên kantona Hesekê jî ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên bajarê Efrînê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê diyar kir ku sûcên artêşa Tirk li dijî jinan pêk tîne, jinên pêşeng dikin armanc.

Desthilata Osmanî li ser esasê pêkanîna sûcên li dijî gelên Rojhilata Navîn hatiye avakirin û îro dewleta Tirk jî li ser heman bingehê dimeşe.

Dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hebûna xwe isbat bike, lewma sûcan pêk tîne û herêman dagir dike.

Back to top button