Li bajarê Minbicê ji destpêka mewsima çinînê îsal heta niha, li gundewarên bajêr 250 hektar zeviyên genim û ceh hatine şewitandin.
Endamê Tîma Foca Agirkujiyê ya bajarê Minbicê Telal El-Hemîdî ragihand ku tîmên agirkujiyê 24 saetan di tevgerê de ne.
Lê caran li bejahiya Minbicê hin astengiyan dibînin.
Li gundewarên bakur û rojava û başûrê bajêr, astengî di vemirandina şewatê de dibînin, ji ber ku piraniya rêyên xwe ne baş in û xeter in.
Her wiha gulebarana dewleta tirk jî heye.
Telal El-Hemîdî da zanîn ku heta niha 250 hektar ji zeviyên genim û ceh şewitîne û bang kir ku şênî bi wan re alîkar bibin û bi baldarî tevbigerin.