Li DYA ji serê salê ve 17737 kes ji ber êrişa bi çekan mirin e

Îro li DYA “Roja Hişyariya Neteweyî ya li dijî Tundiya Çekane” e.
Di nava 5 mehên despêka salê de, nêzî 18 hezar kes ji ber êrişên biçek jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rêxistina Arşîva Tundiya Çekdarî (GVA) îsal li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) 268 pevçûnên çekdarî rû daye.

Di pevçûnê de 17 hezar û 737 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 hezar û 723 kes jî birîndar bûne.

Di nava qurbaniyan de, 755 ciwanên temenê wan jêrî 17 salî ne.

Her wiha 1894 zarok jî bûne.

Di sala 2022’an de jî 44 hezar û 362 kesan jiyana xwe ji dest dan û 38 hezar û 592 kes jî birîndar bibûn.

DYA welatê herî zêde çek di destê sivîlan de ye

Ev 9 sal in roja 2’ê Hezîranê wekî “Roja Hişyariya Neteweyî ya li dijî Tundiya Çekan” tê binavkirin.

Bi boneya rojê, rêxistinên sivîl û komên dijî çekan li seranserê welêt, bi cil û bergên pirteqalî, tevahiya hefteyê çalakiyan li dar dixin.

Di çalakiyan de bang li endamên Kongresa DYA yê tê kirin ku pêşî li tundiya çekdarî bigirin.

Hêjayî gotinê ye, DYA di warê çekdarbûna kesan de li cîhanê di rêza yekem de ye.

Back to top button