Li navçeya Şedadê ji bo pêwîstiyan komîteyek biçûk hatiye avakirin

Li navçeya Şedadê ya Hesekê jî ji bo bicihanîna pêwîstiyên şêniyan di dema nederketina derve de komîteyek biçûk hatiye ava kirin. Armanca wê jî ew ku kombûn di nava şêniyan de çênebe.

Li navçeya Şedadê jî ji bo bicihanîna pêwîstiyên şêniyan Meclisa Navçeyê bi hevkariya Meclisa Kantona Hesekê komîteyek biçûk ava kir.

Komîte ji hevserokatiya Meclisa Navçeya Şedadê, endamên komîteyên tenduristî û aborî pêk tê.

Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Yasir El-Dixêm diyar kir ku komîte ji bo xizmeta şêniyan û peydakirina pêwîstiyên wan ên sereke hate avakirin.

El-Dixêm destnîşan kir ku xizmet di çarçoveya warê tenduristiyê û peydakirin û belavkirina nan li komînan û peydakirina ava vexwarinê de ye.

Armanca ji vê yekê ew e ku kombûn çênebin.

Yasir El-Dixêm bîr xist ku wan destpêkê gelek zehmetî dikşandin, lê ji ber koordîneya di navbera hemû saziyan de karê wan serket.

Back to top button