Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Dêrikê bi daxwiyaniyên cuda hovîtiya dewleta Tirk a li ser goristanên şehîdan şermezar kir.
Daxuyaniya li Dêrikê li pêşiya navenda meclisê û ya li Qamişlo li goristana Delîl Sarûxan bi amadebûna endamên meclisê hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ya li ser goristanên şehîdan hate şermezarkirin.
Meclisan diyar kir ku faşîzma Tirkiyê bi serkêşiya AKP’ê li dijî mirovahiyê û xwezayê kiryarên hovane pêk tînin.
Mafên gelan înkar dikin, xwestekên avakirina welatekî bi rûmet tune dikin.
Ji ber vê yekê AKP’ê kiryarên dermirovî pêk tîne û mînakên vanv kiryarên faşîzma AKP’ê di dîrokê de nehatine dîtin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mirovî û civaka sivîl hate kirin ku ji bo dawî li van kiryaran were anîn destwerdanê bikin.