“Tevgera balafirxaneya Silêmaniyê dest pê nekiriye”

Tevgera balafirxaneya Silêmaniyê dest pê nekiriye. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî ji ber belavbûna vîrûsê jiyana girtiyan di xeteriyê de ye. Li Îranê jî 48 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din Rêveberiya Balafirxaneya Silêmaniyê ragihand ku bila ti kes gotinên ku dibêjin, tevgera Balafirxaneyê dest pê kiriye, bawer neke.

Her wiha ji welatiyan xwest ku guhê xwe ne gotegotan û bi şîreketên keysbaz re danûstanê nekin.

Li Iraqê 27 kesên din bi vîrûsê ketin

Her wiha hate ragihandin li bajarên Besra û Bexda yên Iraqê 27 kesên din bi virûsê ketin.

Heta niha li Iraqê 2 hezar û 603 kes bi virûsê ketine û 104 kes jî mirine.

Tevî qedexeyê li Sûrê hilweşandin heye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hîna vîrûs belav dibe.

Li gorî daneyên ku desthilatdariya dewleta Tirk belav kirî heta niha vîrûs derbasî nêzî 140 hezar kesî bûye û zêdeyî 3 hezar û 600 kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Li ser giştînameya Wezareta Karên Navxweyî îro û sibê dê li 24 bajaran qedexeya derketina derve hebe.

Qedexeyê duh bi şev dest pê kir û wê roja yekşemê bi şev bi dawî bibe.

Piştî qedexeyê kuçe û kolanên Amedê vala man.

Li navçeya Sûrê jî tevî qedeyê xebata hilweşandinê dewam dike.

Li Amedê 3 jinên terzîvan dest bi çêkirina maskan kir

Li Tirkiyê ji bo welatiyan pirsgirêka peydakirina maskan heye.

Ji bo wê jî li Amedê 3 jinên terzîvan, dest bi çêkirina maskan kirin.

“Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin”

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede, diyar kir ku ji ber girtiyên siyasî li dervî Zagona Înfazê hatin hiştin, bi metirsiya vîrûsê re rû bi rû mane û wiha got:

“Dewlet sedema belavbûna vîrûsê li girtîgehan e.

Li Girtigeha Patnosê girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirn.”

ÎHD: Bila girtiyên nexweş werin berdan

Insîyatîva Ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Komeleya Mafê Mirovan a Enqerê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê bal kişand ser rewaş girtiyên nexweş û wiha hat gotin:

Li 355 girtîgehan li ser 190 hezar girtî metirsî heye û testên 120 girtiyan pozîtîf derketine.

Jiyana girtiyê nexweş Ismaîl Yilmaz di talokeyê de ye.

Ne pêkan e ku di şertên girtîgehe de bimîne û hema hema ji mirinê vegeriyaye.”

Di daxuyaniyê de hate xwestin hemû girtiyên nexweş demildest werin berdan.

Li Îranê jimara miriyan kêm dibe

Li Îranê jimara pêketiyan bilind dibe û ya miriyan jî kêm dibe.

Di nava 24 saetên dawî de hezar û 529 kesên bi coronayê ketine û 48 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî jimara pêketiyan li Îranê bû 106 hezar û 220 kes û jimara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 6 hezar û 589 kes

Rewşa hezar û 696 kesan jî giran e.

Back to top button