Ji Çînê bo Taywan: Eger pêwist bike emê hêzê bikar bînin

Rêveberiya Pekînê di her fersendê de gefa êrişeke leşkerî li hemberî Taywanê dixwe.
Wezîrê Parastinê yê Çînê got, Eger pêwist bike em ê li dijî Taywanê hêzê bikar bînin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Tan Kîfeyî li ser hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Çînê Lî Shangfu bi hempîşeyê xwe yê Sîngapûrê Ng Eng Hen re di daxuyaniyeke çapemeniyê da got:

Lî destnîşan kiriye ku Çîn alîgirê yekîtiyeke aştiyane ya bi Taywanê re ye, lê ger pêywîst bike ew ê hêza xwe bikar bînin.

Ew qebûlnakin ku rayedarên Partiya Pêşverû ya Demokratîk (DPP) li Taywanê ji bo serxwebûnê ji welatên din piştgirî werbigire.

Tan Kîfeyî diyar kir ku di civîna wezîrên Çîn û Singapurê de, li ser danîna xeta telefonê ya rasterast ji bo peywendiyên di navbera rayedarên payebilind ên leşkerî de, peymanek hat îmzekirin.

Çîn û Sîngapurê bi peymana têkiliyên parastinê û hevkariya ewlekariyê ya ku di sala 2019’an de îmze kiribûn, biryar dan ku têkiliyên xwe yên leşkerî kûrtir bikin.

Back to top button