RÛSYA HEBÛNA HÊZÊN XWE YÊN BEJAHÎ LI SÛRIYÊ RED KIR

Têkildarî mijara beşdarbûna hêzên bejahî yên Rûsyayê di şerê Idlibê de, tevlihevî derkete holê.

Wezareta Parastina Rûsî ev nûçe red kir û teqez kir ku wê tu hêzên bejahî neşandine Sûriyê.

Hêjayî gotinêye duh ajansa Reutersê xwe spartibû çavkaniyên opozisyona Sûrî û çeteyên dewleta Tirk û nûçeyek li ser malpera xwe weşand.

Nûçe derbarê şandina hêzên bejahî yên Rûs bû, da ku di şerê Idlibê de li gel hêzên rêjîma Sûrî şer bikin.

Beriya niha jî, Rûsya beşdarbûna hêzên Wagner ên Rûsî nava operasyonên herêma derdora Dêra Zorê, red kiribû.

Lê dawiyê derbarê hebûna hêzên Wagner di Sûriyê de, neçar ma li xwe mikûr were.

Leave a Reply

Back to top button