DI ENCAMA TOPBARAN BALAFIRÊN ARTÊŞA TIRK LI SER KAMPA MEXMÛRÊ 2 ŞÊNÎ BIRÎNDAR

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê didiome. Şeva din Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker kampa Şehîd Rustem Cûdî bombebaran kir. 2 şêniyên kampê birîndar bûn. Li hemberî van êrîşan heta niha jî hikûmeta başûrê Kurdistanê û Iraqê bê dengin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li kampa Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê barandin.

Bombe li derdora kampê hatin barandin.

Di encama bomberdûmanê 2 kes bi sivikî birîndar bûne.

Şêniyên kampê her du birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku rewşa du birîndaran baş e.

Her wiha bomberdûmanê zerar da bax û baxçeyên şêniyên kampê.

Şêniyên kampê piştî êrîşê derketin derve û nerazîbûn nîşan dan.

Dewleta Tirk di van mehên dawî bi rêk û pêk êrîşî qadên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dike.

Balafirên şer ên Tirk hefteya derbasbûyî jî bombe li gundê Spîdar ê navçeya Amediyê ya Duhokê barandibûn û di encamê de sê sivîl birîndar bûbûn.

Dawiya Hezîranê jî ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk li herêma Kortekê ya Qendîlê sê sivîl hatibûn kuştin pênc jî birîndar bûbûn.

Kampa Penaberan a Mexmûrê jî ku zêdeyî 12 hezar penaber lê ne ne cara yekê ye ku dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk.

Di êrîşa 13’ê Kanûna 2018’an de 4 sivîlên ku ewlekariya Mexmûrê dikirin hatibûn qetilkirin.

Hikumeta Iraqê û PDK li dijî êrîşên li herêmên sivîlan bêdeng in.

Leave a Reply

Back to top button