Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga bi coş a Tetwanê de axivî û diyar kir ew ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî got: “Derdek vî welatî heye ew jî ev desthilate. Em ê we bişînin.” Piştî mitînga li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Partiya Çepên Kesk li navenda Mûşê jî mitîngek girseyî li dar xist û peyamê serkeftinê hatin dayîn.
Bi nêzbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê re coş û kelecan jî zêde dibe.
Partiya Çepên Kesk ku bênavber xebatên xwe dimeşîne, ji bo serkeftinê bi biryar e.
Di çarçoveyê de partiya navborî li navçeya Tetwan a Bedlisê bi dirûşmeya “Dîsa Em” mitîngek li dar xist.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li bajêr bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Di mitîngê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û piştre Keskîn Bayindir û Pervîn Bûldan axivîn.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Bedlîsê derketin ser dikê û girseyê silav kirin.
Bayindir: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
Keskîn Bayindir ku di heman demê de Namzetê Parlamenteriyê yê Êlihê ye, ev tişt anî ziman:
“Ciwan û jin bi biryar in ku wê vê îktidarê bişînin.
Bi sedsalan e Bedlîs navenda siyaseta kurd e.
Wê ev desthilta AKP’ê jî bi saya we hilweşe û têk here.”
Bayindir bal kişande ser zextên li dijî wan û got: “Çi dikin bila bikin wê gelê me bi ser bikeve. Em ê di 15’ê Gulanê de li Kurdistanê govenda azadiyê bigerînin.”
Bûldan: Em ê hesabê hemû xerabiyên desthilatê di 14’ê Gulanê de bipirsin
Paşê jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û xîtabî girseyê kir.
Pervîn Bûldan daxuyakirin ew ê demokrasî, aştî û edaletê bînin vî welatî û wiha got:
“Teqez em ê hesabê hemû xerabiyên vê îktidarê di 14’ê Gulanê de di sindoqan de bipirsin.
Gelê me yê hêja, dema hûn çûn ser sindoqê bila Çepên Kesk ji bîra we dernekeve.
Divê teqez hûn ji kal û pîrên me ku xwendin û nivîsandina wan nîne re behsa Partiya Çepên Kesk bikin.”
Mitîng li ber şahiya muzîkê bi dawî bû.
Partiya Çepên Kesk li navenda Mûşê jî Mitîngek li dar xist
Piştî mitînga li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Partiya Çepên Kesk li navenda Mûşê jî mitîngek li dar xist.
Mitîng li Qada Kobanê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” hate lidarxistin.
Gelemperiya beşdaran jin û ciwan in û bi alayên partiyê û filameyên bi rengên kesk, sor û zer ketin qadê.
Li qada mitîngê dirûşmêya “Bijî Serok Apo li olan da
Ciwan, li qada mitîngê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
li vir denge xam ye biji serok apo pir bide pes
Li vir jî Pervîn Buldan û Keskîn Bayindir axivîn û peyamên serkeftinê dan.



