Biranîna hunermendê kurd Mîr Perwer ê li Parîsê hate qetilkirin, ji hêla leşkeran ve hate astengkirin.
Li muşê leşkeran malbat û xizmên Perwer li derb kirin.
Malbat, rêveber û endamên partiyên siyasî, sazî û rêxistinan, xwestin 1’emîn salvegera qetilkirina ş. Mîr Perwer de li ser gora wî ya li Goristana Ewranê ya Muşê bi bîr bînin
Lê leşkerên dagirker biryara qedexeyê ya walitiyê weke hincet nîşan dan û nehiştin girse derbasî goristanê bibe.
Malbat û xizmên Mîr Perwer tevî hemû astengiyan çûn goristanê û li ser gora Perwer ew bi bîr anîn.
Ferdên malbatê piştî demekê, ji hêla leşkeran ve bi derbkirinê ji goristanê hatin dûrxisitin.
Piştre têketin û derketina goristanê, ji hêla leşkeran ve hate girtin.



