Tîgrayî..NY: Pêwîstî bi destwerdana lezgîn heye

Herêma Tîgrayî ya Etyopya bi birçîbûna komî re rû birû ye û NY`yî derbarê mijarê de hişyarî da.

Wekîlê Sekreterê Giştî yê NY`yî yê Karûbarên Mirovî Marek Lokok derbarê mijarê de hişyarî da ku birçîbûna komî li herêmê çêdibe.

Marek Lokok peyamek ji Konseya Ewlekariyê ya NY`yî re şand û tê de daxuyakirin şerê li Tîgrayî ya Etîyopyayê riya derbaskirina madeyên jiyanî digre.

Lokok, daxwaz ji Konseya Ewlekariyê navnetewî kir ku di zûtirîn dem de destwerdana rewşê bikin û xarinê bighîne welatiyan.

Di 4`a Mijdara 2020’an de Serokê Etîyopyayê li Herêma Tîgrayî li dijî Eniya Rizgarkirina Gelê Tîgrayî şer da destpêkirin.

Şerê li wir hîn jî didome.

Back to top button