Bilinkin: Cudakirina herdu dewletan ji hev çareseriya tekane a pirsgirêkê ye

Wezîrê derve yê Amerîka Antone Bilinkin duh di serdana xwe ya Qudsê de diyarkir ku cudakirina herdu dewletan çareseriya tekane ye bo dawîbûna şer.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antone Bilinkin ji bo pêkanîna agirbesta navbera Filistîn û Îsraîlê bişopîne serdana Qudisê kir.

Antone Bilinken di çarçoveya serdana xwe de li Qudisê daxuyaniyek çapemenî da û got:

Divê ji bo şerê Îsraîl Filistin bidawî bibe, pêwîste filistîn û Israyîl ji hev cuda bibin.

Antone Bilinkin da zanîn ku ev çareseriya tekane ye da ku Israyîl wekî welatekî demoqrat ê cihuyan bijî û Filistîn jî mafê dewletbûyîna xwe bi dest bixe.

Tê zanîn ku cudakirika herdu dewletan bibû mijareke sereke di hevdîtinên bi salan ên deplomatîk ên navnetewî de.

Back to top button