KCK’ê gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî ya şehîd Doga Viyan bûn pîroz kir

KCK’ê hemû fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê yên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûn pîroz kir û hişyarî da pêşmergeyan ku xwe nêzê çeperên artêşa Tirk nekin.

17’ê Sibata 2024’an gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Girê Cûdî ya li eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî artêşa Tirk a dagirker bi navê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan çalakiyek lidar xistin.

Di vê çalakiyê de 37 dagirker hatin cezakirin 22 çekên leşkerên dagirker hatin desteserkirin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke gerîlayên ku di vê calakiyê de cih girtine pîroz kir.

KCK’ê di şexsê Şervan Varto ku di vê çalakiyê de bi lehengî şer kir û şehîd bû hemû şehîdan bibîranî û got:

KCK: Gelê Kurdistanê wê di vê têkoşînê de bi ser bikeve

“Em hemû fermandar û şervanên tevlî vê çalakiya serkefît bûne silav dikin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li hemberî çalakiyên gerîla diheje, konsepta xwe ya tasfiye û qirkirinê têk diçe.

Ev çalakî jî nîşandidin ku wê gelê Kurdistanê wê di demeke nêz de desthilatdariya faşîst têk bibe û hesab ji xayinên noker bipirse. Ev dem dûr nîne, nêzîk e.”

KCK: Rewşenbîrên Tirkiyeyê divê ji civakê re qala rastiya AKP-MHP’ê bikin 

KCK’ê li dijî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê jî bang li sosyalîst û demokratên li tirkiyê kir ku civakê li pêşberî rastiyan serwext bikin û wiha pêde çû:

“Her roja ku desthilatdariya AKP-MHP’ê Tirkiyeyê bi rê ve dibe Tirkiye hinekî din ber bi felaketê ve diçe.

Gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk sosyalîst divê li her qadê hîn bêhtir piştevanî û tifaqê bi gelê Kurd re bikin û ji bo hilweşandina vê desthilatdariya faşîst têkoşînê xurt bikin.

Civaka tirkiyê li hember rastiya vê desthilatê şiyar bikin.

KCK: Divê pêşmerge neyên lîstikên dewleta Tirk

Her dawî KCK’êli peşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî xwest ku neyên listikên dewleta Tirk û ev bang kir:

” Em vê hişyariya xwe dubare dikin. Di serî de pêşmerge divê hemû hêz xwe ji artêşa Tirk a dagirker û çeperên wan vegirin.

Divê kesek li gel polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û dewleta Tirk nesekine, piştgiriyê pê re neke.”

Ji Fermandariya Biryargeha NPG’ê peyama pîrozkirina çalakiyê

Back to top button