HDP: Êrişa li dijî parlementeran bi zanebûn hate kirin

Du roj berê polîsên dewleta Tirk li Geverê êrişî parlementerên HDP’ê kirin û di encamê de du parlementer bi birîndar bûn. Parlementerên HDP’ê îro li pêşiya meclisa dewleta Tirk daxuyanî dan û nerazîbûn nîşan dan.
Serokwekîlê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku ev êriş bi plan hatiye kirin û bang li muxalefetê kir ku bêdeng nemîne.

Serokwekîlên koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûç û parlamenterên HDP’ê li dijî êrişên polîsan li ber Serokatiya Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Destûr nehate dayin ku xebatkarên çapemeniyê daxuyaniya wekîlan bişopînin û kamerayên wan ji wan hate standin.

Piştî daxuyaniyê, wekîlên HDP’ê wêneyên li ser êrîşê danîn ber Serokatiya meclîsê, lê belê polîsan yekser wêne dan hev.

Sarûhan Olûç di daxuyaniyê de diyar kir, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê êrîşeke giran li ser parlamenterê wan ê Îdirê Habîp Eksîk hate kirin û got:

“Di encama vê êrîşa giran de lingê Eksîk ji 3 deveran şikest.

Eksîk emeliyat bû, niha li nexweşxaneyê ye. Me heta niha ji Serokê Meclîsê ti daxuyaniyek ji bo şermezarkirinê nebihîst.

Tevî ku rojek derbas bû jî daxuyaniyek nedaye ku ev yek tê wê wateyê, Serokê Meclîsê êrişa polîsan a li ser wekîlekî erê kiriye. Ev yek ne tiştekî ku were qebûlkirin e.

Eger serokê meclîsê bêalî ye, divê bi rengekî wekhev nêzî hemû partiyan bibe û êrîş li ser parlamenterên kîjan partiyê bê kirin divê li ber rabe û mafê parlamenter biparêze.”

HDP: Divê partiyên siyasî hemû helwestê nîşan bidin

Olûç destnîşan kir, ku ya li Geverê hate kirin, êrîşeke bi zanebûn û plankirî ye û got: “Em li bendê ne ku partiyên siyasî hemû helwestê nîşan bidin.”

Sarûhan Olûç di dawiyê de got: “Dema ku êrîş li dijî me hate kirin ên bêdeng man wê di dema zext û êrîşa li ser wekîlên xwe de jî neçar bimînin bêdeng bimînin.

Eger hurmeta we li siyaseta demokratîk hebe, hûn ê vê kiryarê qebûl nekin.

Hûn neçar in rûmeta wekîlan biparêzin.”

Back to top button