Tahran: Ger DYA ziyana welatiyên me bide em ê peymanê îmze bikin

Di peyamana nukleerî de, Îran li benda encamêye.
Lê ji encamê zêdetir, Tahran niha dixwaze ya xwe li ser ya DYA ferz bike.
Tahranê got, ger Amerîka ziyana ku welatiyên me dîtî bide, emê peymanê îmze bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand, ger Amerîka ziyanên ku ji ber dorpêçên li ser welat gihandine gelê Îranê qerebû bike, ewê vegerin danûstandinên nukleerî yên li Viyenê û rêkeftinê îmze bikin.

Xetîbzade derbarê danûstandinên nukleerî û serdana Cîgirê Sekreterê Giştî û Rêveberê Siyasî yê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Enrique Mora ku wê rojên pêş di vê çarçoveyê de bê kirin de axivî.

Di nava hefteyê de Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî wê serdana Tahranê bike.

Tê êdiakirin ku armanca serdana El Sanî bo navbeynkariya Tahran û Waşîngtonê ye.

Piştî ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump 2018’an bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiya, cezayên aborî yên li dijî Îranê hatin vegerandin.

Li ser vê yekê rêveberiya Tehranê gav bi gav vegeriya çalakiyên xwe yên nukleerî.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Josep Borrell jî 11’ê Adarê ragihandibû ku danûstandinên li Viyanayê ji ber “faktorên derve” hatine rawestandin.

Back to top button