Mazlum Abdî ji bo çapemeniya Swêdê: Yekane aliyê ku ji gefên Tirkiyê sûdê werbigre, DAIŞ e

Tirkiye dixwaze Swêd û Fînlandiya serê xwe li ber wê bitewînin.
Ji bo vê yekê zexta ser van welatan bi rêya endamtiya NATO yê pêk tîne.
Fermandarê QSD’ê Mazlum Abdî ji televizyona Swêdî SVT re axivî.
Abdî daxwazên Enqerê ji NATO weke xeterî binav kir û ev hişyarî da:
Eger NATO li gorî Tirkiyê tevbigere, wê ji nûve rêya êrişan li pêşiya DAIŞ’ê were vekirin.

29’ê Hezîranê li paytexta Spanya Madrîdê, civîna lîderên NATO destpê dike.

Yek ji rojevên sereke ên vê civînê, helwesta Tirkiyê ya li hemberî serlêdana endametiyê ya Swêd û Fînlandyayê ye.

Lewma şefê Tirk Erdogan ji bo pejirandina serlêdana van herdû welatan ev şert danîn pêş:

Destûra êrişa li dijî Bakurê Sûrî û ragihandina YPG’ê weke “rêxistina terorîst” ji aliyê NATO ve.

Beriya civîna NATO; di hevpeyvîneke taybet de, Fermandarê QSD’ê Mazlum Abdî bersiv da pirsên televizyona Sêwdê SVT.

Mijara sereke a hevpeyvînê, helwesta Tirkiyê ya li hemberî serlêdana endametiya NATO a Swêd û Fînlandyayê.

Her wiha gefên Erdogan ên dagirkirna herêmên Bakurû Sûrî.

Mazlum Abdî anî ziman ku Tirkiyê mijara serlêdamên endametiya Swêd û Fînlandiya weke karta zextê bikar tîne û got;

Tirkiyê van zextan tenê ji bo dagirkirina herêmên me bikar tîne.

Tişta Enqere daxwaza dike, erêkirina û destûra NATO ya ji bo êrişeke nû ye.

Fermandarê QSD’ê diyar kir ku eger NATO êrişên dewleta Tirk erê bike, wê yekane aliyê ku sûwdê werbigre DAIŞ be û got;

Eger dewleta Tirk êriş bike, wê hêzên me bê deng nemîni û berê xwe bidin eniyê şer.

Ev yek wê bihêle ku DAIŞ bikeve nava tevgerê.

Mazlum Abdî li ser pêwendiyên wan ên li gel Swêdê jî got;

Alîkariya ku Swêd dide QSD’ê, tenê siyasî û exlaqî ye.

Girîng e ku ev alîkarî dewam bike.

Berevajî eger Swêd stûyê xwe li hemberî zextên Tirkiyê bitewîne, wê zerar li ewlehiya wê û ya hemû civaka navneteweyî bibe.

Back to top button