Swêd..Weke yekemîn serokwezîra jin derbasî dîroka welat bû

Li dîroka demokrasiyê ya Swêdê tiştek nû zêde bû.
Cara pêşî jineke dibe serokwezîra welat..
Wezîra berê a maliyê Magdalena Andersson piştî wergirtina dengê baweriyê ji meclisê, bi fermî weke serokwezîra nû ya Swêdê hate destnîşankirin.

4’ê Mijdarê Stefan Löfven dest ji erka serokwezîrtî û serokatiya Partiya Sosyal Demokrat berdabû.

Li şûn wî Magdalena Andersson weke seroka nû ya partiyê hat hilbijartin

Ji bo diyarkirina serokwezîrê nû parlemtoya Swêdê kom bû..

Di civînê de Magdalena Andersson dengê baweriyê wergirtin.

Bi vî yekê jî di dîroka Swêdê de bû yekemîn Serokwezîra Jin..

Li Swêdê heta niha gelek caran jin weke wezîr cihê xwe di nava hukûmetan de girtine.

Lê cara pêşî ye ku jinek dibe serokwezîr.

Back to top button