Awistralya Hizbullah xist lîsteya terorê

Êdî tevgera Hizbullah ya li Awistralya jî hat qedexekirin.
Hikumeta Awistralya ragihand ku ji ber piştevaniya wê ya bi komên din yên teror re wan, koma Hizbullah xistine ‘lîsteya terorê’.

Di derbarê mijarê de, Wezîra Karên Hundir a Awistralya Karen Andrews daxuyanî da.

Andrewsê ku îro civîneke çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku hikûmetê Hîzbullah xistiye lîsteya terorê.

Sedema vê yekê jî piştevaniya bi “Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam ên girêdayî Cîhada Îslamî û Hamasê yên li Filistînê” re hate nîşandan.

Tê texmînkirin ku ev biryara hikûmeta Awistralyayê dikare bandorê li alîkariya ji bo Lubnana ku bi mehan e bi krîzên aborî re têdikoşe bike.

Andrews ji bo rêxistina bi navê ‘The Base’ ku serweriya nijada spî diparêze jî biryarên nû ragihand.

Rêxistina navborî jî li lîsteyê hate zêdekirin.

Herwiha Komîteya Daîmî ya Îstixbarat û Ewlekariya Hevbeş a Parlamentoya Awistralyayê di meha Hezîranê de, pêşniyara xwe pêşkêş kiribû û gotibû ku divê Hizbullah bikeve lîsteya terorê.

Back to top button