QEFLA 10’MÎN A MÛŞEKÊN S-400 DERBASÎ TIRKIYÊ DIBE

Ev demek e, Aloziya pergala S-400 derzek li têkiliyên Amerîka û Tirkiyê xistiye.
Tevî hemû hişyariyên Amerîkayê jî, balafira qefla 10’mîn a mûşekên S-400 li balafirgeheke Enqereyê barê xwe datîne.

Roja Înê, Enqereyê hemû hişyarî û gefên Amerîkayê avêtin paş xwe û alavên qefla yekemîn a mûşekên S-400 derbasî erda xwe kirin.

Hingê, Waşinton kete nava tevgerê û mijara cezabirînê bi awayekî cidî lêkolîn kir.

Îro jî wezareta parastinê ya Tirkiyê ragihand ku wan qefla 10’mîn a pergala S-400 wergirt.

Balafir li baregeha Murted a asmanî li Enqereyê peya bû.

Der barê vê de jî, îro serokê hikumeta AKP’ê Erdogan got wê wergirtina vê pergalê heta Nîsana sala 2020’an dirêj bike.

Her wiha, heta wê çaxê wê cihên wan yên dawî jî werin diyarkirin.

Erdogan got:

Me pergala herî xurt li dinyayê girt, êdî em difikirin beşdarî hilberîna pergalên parastinê bi Rûsyayê re bibin.

Duh jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kiribû ku divê birîna cezayên nû li Tirkiyê êdî pêk were.

Li gorî Rojnameya The Washington Post ragihandî, Pompeo gotiye:

Hêvîdar im ku em û serok Trump li gorî qanûnê tevbigerin.

Her çi qas Serokê Amerîkayê Donald Trump di lûtkeya G-20 de peyamên nerm ji bo Tirkiyê dabû jî, lê Kongress, Pentegon û Wezareta Derve helwesta xwe neguhertin.

Berî demkê jî malpera Bloomberg a Amerîkî ragihandibû ku piştî wergirtina Tirkiye S 400, amadekariyên cezabirînê tên kirin.

Ev jî wê bi rêya qanûna CAATSA werin pêkanîn.

Leave a Reply

Back to top button