Li Hewlêrê 20 kesên din bi vîrûsê ketin

Li beşên din yên Kurdistanê vîrûs bandoreke neyînî kiriye. Agahiyên ku ji Başûrê Kurdistanê tên didin xuyakirin ku vîrûs bi rengekî metirsîdar belav dibe. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, heman rewşa metirsîdar didome.

 

Vîrûsa corona li Başûrê Kurdistanê bi awayekî metirsîdar belav dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihad ku li Hewlêrê 20 kesên din bi vîrusê ketine.

Bi giştî heta niha li Herêma Başûrê Kurdistanê 309 kes bi vîrûsa corona ketine.

Ji van 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 119 kes jî baş bûne.

Li Başûrê Kurdistanê xebatên dermankirinê didomin

Her wiha ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê xebatên dermankirinê jî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, li Hewlêr, Mexmûr û Binarê Qendîlê, tax, dibistan û kolan hatin dermankirin.

Tevgera Azadî alîkaiyê li malbatên Xizan belav dike

Tevgera Azadî li herêma Silêmaniyê, di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji bo malbatên xizan de ku di dema vîrûsa coronayê de di rewşeke tengav de ne, alîkarî gihand zêdeyî 100 malbatên din û ji kes, karsaz û malbatên derfetên wan ên madî baş jî xwest, destê alîkariyê dirêjê malbatên xizan bikin.

Li Tirkiye bîlanço giran dibe

Li Tirkiyê ku bi xemsarî nêzî belvbûna vîrûsê dibe, bîlanço giran dibe.

Hem li Tirkiye û hem jî li Bakurê Kurdistanê vîrûs belav dibe.

Li gorî daneyên fermî ku ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin parvekirin 725 kes mirine û 34 hezar û 109 kes jî bi vîrûsê ketine.

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî bal kişand ku li Tirkiyê her diçe jimara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibe.

Rewşa girtiyan di metirsiyê de ye

Li Mêrdînê jî 2 zarokên ku di testa wan de vîrûs derket, rakirin nexweşxaneyê.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê de jî Mehmet Kok ê ji ber vîrûsê di çavdêriyê de bû, jiyana xwe ji dest da.

Yek ji cihên ku metirsî heye ku ji ber vîrûsa corona, rewşeke xeter lê derkeve jî girtîgeh in.

Hate ragihandin Mehmet Yeter (70) yê li Girtîgeha Bafra ya Samsûnê hefteyek berê ji ber vîrusê miriye û bêyî haya malbatê hatiye veşartin.

Girtî Medya Aslan, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê, nameyek ji Şaxa ÎHD’ê ya Wanê re şand û diyar kir ku tevî talûkeya vîrûsa corona 2 qawîşên ku bi giştî 16 girtî lê dimînin kirine yek.

Îran daxwaza pereyan kir

Li gorî daneyên dawî, li Îranê di nava 24 saetên dawî de hezar û 997 kesên din bi vîrûsê ketin.

Bi giştî heta niha 67 hezar û 286 kes bi vîrûsê ketine û jimara miriyan jî gihaşt 4 hezar kesî.

Ji van 29 hezar û 812 kes baş bûne.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo têkoşîna li dijî corona, daxwaza 5 milyar dolarî ji Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF) kir.

Back to top button