Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Şehbayê topbaran kir

Îro careke din dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehbayê topbara kir. Di encamê de zirarên madî li mal û milkên şêniyan bû.

Vê sibehê artêşa Tirk a dagirker gundên Til Qirah, Um El-Hoş û Hirbil ên kantona Şehbayê bi moşekan topbaran kirin.

4 moşek li gundê Til Qirah ê navçeya Ehresê ketin û di encamê de zirarên madî gihîştin zeviyên çandiniyê, mal û milkên şêniyan.

Back to top button