Li Idlibê, çeteyan êrîşî dewriyeke Rûsî- Tirkî kir

Li Idlibê, piştî lihevkirina navbera dewleta Tirk û Rûsyayê, qaşo wê dewriyên hevpar pêk werin. Lê ev cara sêyemîn e ku dewriye ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê astengkirin.

Li gorî peymana Moskovayê, divabû rêya M4 (Heleb-Lazqiyê) vebe û dewriyên hevbeş yên Rûs û Tirkan dest pê bikin.

Rê vebû û heya astekê dewriyên Rûsî-Tirkî pêk hatin, lê di wan dewriyan de jî çeteyên Tirkiyê li dijî wan derdiketin û rêya wan asteng dikirin.

Îro jî, li Idlibê li ser rêya M4 dewriya Rusî-Tirkî ya sêyemîn wê pêk hatiba, lê dîsan çeteyên dewleta Tirk pêşiya karwanê girt û bi keviran êrîşî wan kirin.

Tirkiyê heya niha nêzî 2 hezar û 400 maşîneyên leşkerî şandine Idlibê

Li aliyeke din jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji destpêka agirbesta li Idlibê ve, dewleta Tirk nêzî 2 hezar û 400 maşîneyên leşkerî tevî bi hezaran leşker şandine Idlibê.

Her wiha hejmara nuqteyên Tirkî li herêmên tên bi navkirin bi herêmên “Kêm Şer” gihişt 57 nuqteyan.

Back to top button