Vîrûsa Corona hîna bê rawestandin li parzemînên cîhanê belav dibe

Welatên cîhanê jî li hemberî vê belayê bêçare ne. Serokê DYA Trump Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanî bi piştevaniya Çinê tewanbar kir. Lê li jêdera vîrûsê Wohan a Cihanê, êdî jiyan normal dibe. Li Omanê jî ji bo nêzî 600 girtiyan biryara efûyê hat dayîn.

 

Trump gef li Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanî xwar

Vîrûsa corona hemû parzemînên cîhanê dane ber xwe û hîna jî bi lez belav dibe.

Yek ji welatên ku niha bûye navenda Vîrûsê, Amerîka ye.

Serokê Amerîka Dunald Trump ku li hemberî vîrûsê bê çare maye, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di mijara corona de bi alîgiriya Çînê tewanbar kir û gefa rawestandina fînansekirina wê xwar.

Lê piştî demeke kin ji gotina xwe vegeriya û got ew ê mijarê guftogo bikin.

Peravên Mayamî ji rêwiyan vala ne

Peravên bajarê Mayamî yê Wîlayeta Folrida ya Amerîka ku di wexteke weke niha ji salê de, bi turîstan dagirtî ye, li gorî ku di dîmen de xuya dibe, ew ji rêwiyan vala ye.

Jiyan li Wohan normal dibe

Li jêdera vîrûsa corona bajarê Wohan a Çînê jiyan êdî normal dibe.

Îro Çînê rewşa awarte û qedexeya giştî ya li ser bajar ferz kiribû rakir.

Ji destpêka belavbûna vîrûsê ve, ev cara yekê ye ku şênî ji bajar derdikevin.

Jiyan li Tokyo rawestiya ye

Yek ji welatên ku zêde bi mijara coronayê re neketibû rojeva cîhanê Japonya ye.

Lê herî dawî rewşa awarte li welatê hat raghandin.

Di dîmenan xuya dibe ku çawa tevger li Paytext Tokyo rawestiya ye.

Li Omanê ji bo 599 girtiyan biryara efûyê hat dayîn

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Corona Sultanê Omanê Heysem Bin Tariq Al Seîd ji bo 599 girtiyan biryara efûyê da.

Ji vane 336 biyanî ne.

Tê gotin wê di demek nêz de girtî bên berdanê.

Back to top button